Jînenigarî ya Shahîn Bekir Soreklî

Shahînê Bekirê Soreklî, sal 1946 li gundê Mezrê yê li rojavayê bajarê Kobaniyê, bajarekî herêmên bin-xetê li aliyê Sûriyeyê, ji day bû.  Li dû kutakirina pola 12emîn li Helebê, 19 salîn ji bo xwendina bilind gihîşt Viyenayê û li dû sê salên li Otrîşê û Almanyayê li bajarê australî Sydney bi cîh bû.  Li dû kutakirina xwendina bilind bi şehadeyên Bachelor of Arts/ Diploma of Education li Zanîngeha Macquarie ya li Sydney, 26 salan wek mamoste, perwerdekar û serpereşt ligel wezareta perwerdeyê ya herêma australî NSW di kar de bû. 

 

Ji bilî xebata bi karê wî yê fermî ve girêdayî, her weha di xwendegehên TAFE û yên dawiya hefteyan de bi dayîna dersên zimanên Înglizî, Almanî û Erebî mijûl bûye. Di heman demê de, bo amancên perwerdeyî, niştimanî û komelî têkoşiyaye û li dû damezirandina 1emîn komaleya kurdî li Australyayê, dora 6 salan serdariya komeleyê kiriye. Sal 1982 li Sydney dest bi rêvebirina bernameyeke radyo ya heftane, bi înglizî û kurdî, kiriye ku nêzikî du salan di Radyoya 2SER FM de domand. Ji sal 1984 ta nîvê sal 2015 berpirs, amadekar û pêşkêşerê bernameya kurdî ya Dezgeha SBS RADIO bû (Special Broadcasting Service).

 

Wek nivîskar, bi sedan gotarên bi mijarên wêjeyî, siyasî, civatî û perwerdeyî bi zimanên kurdî û înglizî nivîsandine (çend berhemên bi zimanên Erebî û Almanî jî salên 1980yan hatine weşandin). Ji bilî rojname û kovarên kurdî yên salên 80yan û 90an, ku li Ewropayê dihatin weşandin, gellek berhemên wî di malperên kurdî, Facebookê û şûnên din de hatine weşandin.  Her weha çîrok, gotar û helbest ji Înglizî. Almanî û Erebî wergerandine zimanê Kurdî (Kurmancî).

 

Hinek ji berhemên Shahînê Bekirê Soreklî

 

-       NAMEYEK JI BAVÊ MIN RE – Pexşan û kurteçîrok (128 rûpel): DO, Stenbol, 2009.

-       VEGER – Roman: Chapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014. Chapa 1emîn: Yeketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006.

-       WENDABÛN – Roman: Chapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014.  Chapa 1emîn: Enstîtuya Kurdî ya Bonn û Verlag für Kultur und Wissenscahft, Bonn, 1985.

-       ÇÎROKÊN HEJDEH SALAN - Komeke ji kurteçîrokan (296 rûpel): DOZ, Stenbol, 2005.

-       PISIK JÎ XEWNAN DIBÎNIN - Komeke ji kurteçîrokan (127 rûpel): LÎS, Diyarbekir, 2004.

-       NAMÛSA ÊMO - Komeke ji çîrokan (112 rûpel): Haykurd, Stockholm,1994.

-       Hinek ji chîrokan dikarin wek kurteroman bihên binavkirin, wek Namûsa Êmo, Azadbûna Mehmet Karataş û hinekên din.

-       ŞEREFA WENDABÛYÎ YA KATHARINA BLUM – Romana nivîskarê almanî yê navdar Heinrich Böll (139 rûpel) – Wergerandina ji almanî bo kurdî: ŞBS – NÛDEM, Stockholm, 1997.

-       JANA HEFT SALAN – Helbest (155 rûpel): Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Brûksel, 1990.

-       Mehkemekirina Selaheddînê Eyûbî -  Şano (46 rûpel): Haykurde, Stockholm, 1989.

-       EM Û PIRSA ME – Gotar (124 rol): Weşanên Celadet Bedirxan, Sydney, 1987.

-       Nivîsandina destana Dewrêşê Evdî, wekî ku Baqî Xido gotiye, edîtekirin û tomarkirina berhemê bi dengê xwe li ser DVD: SBS, Sydney, 2004.

-       Wergerandina komeke ji gotaran, kurteçîrokan û helbestan ji înglizî bo kurdî, ku di kovara NÛDEM, malpera NETKURD û şûnên din de hatine weşandin.

-       Bi sedan gotar, kurteçîrok, helbest û berhemên din, ku di pirtûk, kovar, rojname û malperaên cuda de hatine weşandin, bi kurdî, înglizî, erebî û hinekên bi almanî. Di van salên dawîn de gellek nivîsarên wî bi rêya Fêsbûkê hatine weshandin.


Malper:

    www.facebook.com/shahin.sorekli
www.facebook.com/ShahinBekirSorekli
www.youtube.com/shahinsorekli

Shahîn Bekir Soreklî

Shahîn Bekir Soreklî