PÎVAZ
PÎVAZ
Dema weşanê: Nîsan 3, 2019, 8:28 Dîtin: 1346

PÎVAZ

 

Etarê bi navê Apê Xemo dihat nasîn kêfxweş bû. Pîvazên wî îroj ji yên berê çêtir bûn, wî ew li ser hesîreyê kom kiribûn û bang dikir:

 

Werin pîvazan, werin;

Pîvazên min yekser in;

Xweşik in wek cewher in.

 

Daniştvanên taxê hemiyan Apê Xemo dinasîn. Ne tenê dinasîn, lê her weha derbarê pîvazên wî de dipeyvîn. Her roj gotinên corbicor derbarê wî û pîvazên wî de dihatin kirin, wek:

“Pîvazên apê Xemo îro biçûk bûn/ Apê Xemo îro pîvazên xweş dif’rotin/ Pîvazên apê Xemo duhinî ne çi pîvaz bûn/ Lawo, her pîvazeke apê Xemo îro wek zebeşekî bû/ Pîvazên apê Xemo êdî buha dibine/ Bi xwedê ji pîvazên apê Xemo çêtir tunen/ Pîvazên apê Xemo zû sasî nabin/ apê Xemo pîvazan bi deyn naf’roşe/ Lo, zû here ji apê Xemo çend pîvazan bikire,…”

 

Di êvara rojeke bi baran de etêr çend pîvazên spî yên mezin xistin nav tûrekî naylon û çû serildana dostekî ku wî ji mêj ve nedîtibû; navê wî Yaro bû.

Mazûvan bi hatina dostê xwe gellekî dilşad bû, jê re ji bo hanîna wan pîvazên xweşik spas kir û ji jina xwe xwazt ku ji wan re misînek çayê bide ser.

 

Her du dostan li halên hev pirsîn û axaftina wan weha domand:

 

-       Navbera te û pîvazan çawa ye, kekê Xemo?

-       Bi xwedê, gellekî baş e. Pîvazên îsal ji yên sala par mezintir, xweştir û arzantir in. Muşteriyên min gellekî ji min û pîvazên min razî ne. Berê piçek serêşî bi hinekan re hebû ji ber ku min pîvaz bi deyn dif’rotin wan, lê ez nema bi deyn dif’roşim û her kes êdî vê yekê dizane. Eger pereyên kesekî hindik bin ew li şûna du kîlo pîvaz tenê 2-3 pîvazan dikire ta ku pereyên wî têre kirîna du kîloyan yan zêdetir dikin.

-       Tu tenê pîvazên spî dif’roşî?

-       Na, na, ez nuha wek pîvazfiroş li seranserê taxa xwe dihêm nasîn. Ya rast, hinek muşteriyên min ji taxên din jî hene. Ez nuha êdî pîvazên spî, yên sor, yên şîn, yên biçûk, yên mezin û yên di navberê de dif’roşim. Projeyeke mine din heye; eger Xwedê bibêje erê, ez ê zivistanê pîvazên brajtî jî bif’roşim.

-       Wah! Pîvazên birajtî? Tu dê wan çawa bib’rêjî?

-       Ez ê wan li ser komirê yan di nav agirê êzingan de bib’rêjim. Xelk ji pîvazan hej dike. Hem xweş in, hem ji bo saxlemiyê baş in û hem jî arzan in.

-       Tu pîvazên xwe bêguman dikirî, ne?

-       Erê bi Xwedê, ez dikirim û dif’roşim.

-       Kekê Xemo, tevdêreke min jî heye, ez ê bi te bişêwirim.

-       Fermo, ser seran.

-       Ji erdên bavê min ji min re jî hêktarek li gund maye. Tu çi dibêjî, heke ez pîvazan biçînim û tu jî bif’roşî. Em dikarin vî karî bi hev re bi rê xin û bibin hevpar. Tu çi dibêjî?

-       Kekê Yaro, ma ez qemîşe te dibim ku te têxim ber çandiniya pîvazan?

-       Wah! Çi re? Ma ez ji te çêtir im?

-       Na, mesele ne ew e. Tu nivîskar î, şanogir î.

-       Kuro, dest jê berde. Çi nivîskar û çi şanogir! Li vî warî yên serkeftî pîvazfiroş in. Ma malek heye ku bi kêmasî rojê carê derbarê pîvazê de neaxife? Tu dostê min î û ez bawer nakim tu navê pirtûkeke min bizanibî. Min bibexşîn, ez vê gotinê wek serhevde bi kar nahînime; tenê bo nimûne dibêjime. Pirraniya daniştvanên vî warî pîvazekê bi pirtûkekê nadin. Wek nivîskar, hunermend û şanogir nikarime zaroyên xwe têr nan û pîvaz bikim, kekê hêja.

-       Kekê Yaro, va çend sal in tu wek rolgir di Mala Şano de di kar de yî. Tu dê çawa dest ji wî karî berdî?

-       Min dest jê berdaye, wey! Min sond xwar ku ez ê nema lê vegerim.

-       Wî! Çima? Çi bû?

-       Keko, Ma ne wa ye ji te re dibêjime!  Va bûn heft sal ez wek rolgir û nivîskar ji bo xwediyê Mala Şano, Mamoste Seyda, kar dikime, ez û çend hevalên din. Rojekê ji me yekî re jî negotiye “Xwedê ji te razî be.” Ger yek ji me bimire jî ne ew, ne jî yên dihên Mala Şano, dê xemê bikişînin. Dizanî nuha çi dike?

-       Mamoste Seyda?

-       Erê.

-       Çi dike?

-       Navên çend kesên tên Mala Şano hem li ser textikekî dinivîsîne û hem jî roja din ji wan re yeko yeko karteke spasdariyê dişîne.

-       Êh, ma ne baş e!  Xelkê me ji tiştên weha hej dike. Welleh Mamoste Seyda zîrek e. Heye ku bi encama vê yekê muşteriyên Mala Şano zêde bibin.

-       Lê rojekê ji rojan navê yekî ji nivîskaran, hunermendan û rolgiran, ne li ser textikê xwe nivîsandiye, ne jî haniye ser zimanê xwe.

-       Neheqî ye.

-       Ne tenê neheqî ye; nerxnedan e, xwedîlêderneketin e, îhanetkirina berhemê ye …

-       Kekê Yaro. Xwe meêşîne. Bawer nakim kesek li vê derê ji şano-manoyan tiştekî fêhm bike. Tiştên weha bo me nû ne. Tu guh bide brayê xwe Xemo; ez ê ji te re Lûlo bi kirê bigirim, hema du-sê rojan…

-       Lûlo kî ye? Bo çi?

-       Lûlo delalekî jêhatî ye. Em ê wî du-sê rojan berdin nav kolanên bajêr û bila hunera xwe bi kar bihîne, bi dengê xwe yê zenglîn pesna te bide û navê te bike al û rake.

-       Ne te ez şaş fêhm kirim, kekê hêja. Heft na’le li wî navî! Ez li navê derketî poşman im. Di warekî ku tê de ne berhem, lê gewende û delal navan dikin al de, derketina navê min ji derneketina wî xirabtir e. Ez li derketina nav nagerime; tenê li dayîna nerxê ji bo berhem û rola bedew digerime, ew jî ne nerxekî aborî, lê bêtir nerxekî wek liberçavgirtinê, xwepêvemijûlkirinê.

-       Tu brayê xwe bibexşîn, lê bi Xwedê têgihîştina van gotinên te bo min ne hêsan e. Kekê hêje, çanda vî warî çanda pîvazan e, çanda gewande û delalan e. Tu jî ji min re gotina “xwepêvemijûlkirinê” û nizanim çi dikiye. Wek dibînî, tu hosteyê lihevsiwarkirina peyvan î. De tu’ê çawa pîvazan biçînî?

-       Bi Xwedê, dosto, ez ê ji heq derkevim. Tenê fersendê bide min, hema salekê. Baş e, ger naxwazî em bi hev re bibin xwediyê projeyê, ez ê bi serê xwe pîvazan biçînim. Tenê soz bide ku tu’ê wan ji min bikirî.

-       Xwedê kerîm e. Hele berê biçîne û bila pîvazên te bigihên, em ê wê demê bi hev re biaxifin.

 

Dema her du dostan xatir ji hev xwaztin Yaro pirtûkek da mazûvanê xwe. Xemo wêneya dostê xwe ya li ser qaba dawîn di şevreşiyê de nedît, jê pirsî: Ev çi ye?

 

Yaro destekî xwe li pişta dostê xwe xist û hema di cîh de ev bersîva da: Dunya hatiye guhertin brayê Xemo. Dema kesekî tenê 2-3 pîvaz ji te kirîn, wan hema weha tazî mede dest wan. Rûpelekê ji vê pirtûkê biçirrîne û pîvazan têxe nav wê.

 

Shahîn Bekir Soreklî: 2008