PROFESOR Û RÎHRENGÎN
PROFESOR Û RÎHRENGÎN
Shahînê Bekirê Soreklî
Her 2-3 mehan carê ez serîkî li dostê xwe Profesor dixim û em bi hev re çend saetan derbas dikin. Ew jî wek min êdî porspî ye û her weha wek min li vî welatî ji day nebûye. Li dû ku otomobîla xwe li nêzikî mala wan bi cîh dikim ez bi mobîlfonê telefonê dikim. Em dû re li kolanê dihên pêrgîna hev û ji wir bi hev re diçin qehwexaneyekê. Berê wî gellekî ji daniştina di qehwexaneyan de hej dikir, lê qehwexaneyên wî yên taybet hebûn, çimkî her qehwexane li keyfa wî nedihat; divabû piçek atmosfêra xweş lê hebûya, ku wî bi xwe wek “atmosfêreke bûrciwazî” bi nav dikir. Lê va demek e daniştina di qehwexaneyan de nema wek berê li xweşiya wî dihêt. Egera vê guhertinê jî qedexekirina kişandina cigareyê di qehwexaneyan de ye. Min gellek caran gaznicên derbarê vê yekê de ji wî bihîstine. Bi dîtina wî va modeya li dij cigarekişandina di şûnên giştî yên sernixamtî de ji welatên anglo-saksonî hatiye. “Ji hinek aliyan ve anglo-saksonî gellekî zîrek in,” wî carekê ji min re gotibû, lê ji alîne din ve ehmaq in û dema tiştek bi ber qulpê wan dikeve êdê dest jê bernadin.” Ligor Profesor, demokrasiya li van welatan ji aliyekî ve fiş bû, çimkî pirraniya caran komeke biçûk ji kesan tiştek bo xwe dikir amanc û dest jê bernedida ta ku rojekê ya xwe bi ser dixist. Komê dû re gellek kes ji pirraniya bêdeng jî, bi encama propagandaya berdewam, bo daxwaza xwe dikirin piştgir.
Baş e ku hinek qehwexaneyan maseyên xwe li derve danîne û qe nebe, ger baran nebare, mirov dikare li derve danişe û bi qehweya xwe re cigareyekê bikişîne. Li dû daniştina me ew bi hatina qehweya espresso re cigareyekê vêdixe û cigarekêşî dibe mijara me ya yekem. “Min şeva çûyî di malpereke almanî de xwend ku li wir jî bizava qedexekirina cigareyan di otomobîlan de dihêt kirine. Anglo-Saksoniyan ew jî bi dû xwe xistin. Kuro ez tê nagihêm! Baş e, rast e cigare ji tenduristiya mirovî re ne baş e, lê kesekî wek min rojê 3-4 cigareyan bi kar dihîne; de çima cezakirina min ji bo xatirê bêhişê ku rojê bi dehan cigare dikişîne?” Dû re dikene û dibêje:
- Baş e, de çima hevmijandina jin û mêran qedexe nakin? Çima firrok û otomobîl û motor û paporan ranawestînin, da ku hawîrdor ji dûyê wan yê gemarî azad bibe? Çima alkuholê qedexe nakin û bo çi firotina narkotîkê ranawestînin? Cigare bi ber wan ketiye û nerxê paketekê rakirin 10 dolaran. Ji sedî 80 û bêhtir ji nerxê paketek cigare wek bac diçe xizneya dewletê.”
- Xem nake, lo. Bila cigare be û ne tiştekî din be. Qe nebe tu qerf û gazincên xwe derbarê azadiyê de dikiye. Li welatên em jê hatinî gazinckirin jî qedexe ye. Dizanî? Carekê bajarokekî kurdî bêav mabû û ciwanekî li ser taxê gazinc kiribûn, gotibû, “De va çi hal e? Em nikarin êdî xwe bişon jî!” Roja din ew hatibû girtin. Di girtîgehê de serê wî xistibûn bermîleke tiji av û her ku hindik dima bifetise seri derdixistin û jê dipirsîn: Lawê segê, av heye, tuneye? Roja din ew berdabûn û her ku kesekî gazinca nebûna avê dikir yê ciwan bi dengekî qebe digot: Av heye, av heye, yê dibêje av tune derewan dike. Îcar jî hindik mabû hinekên di taxê de li wî xin û yekî jê re gotibû, “Tu şerm nakî dibêjî ez derewan dikim! De ka av?” Yê ciwan di guhê wî de gotibû, “Xalo, ji ber ku min berê wek te gotibû av tune, hindik ma ez ji bo wê gotinê bifetisim. Heyrane çavên te, haydar be, yan na, ew ê serê te jî têxin bermîla avê, ha!”
Em têr peyivîn û dû re em rabûn û me berê xwe da mala wî. Bi rê ve em li yekî ji wan kesên di taxan de pereyan ji xelkê dixwazin rast hatin. Min berê du-sê caran ew di çav xwe re kiriye. Kesekî di warê perexwaztinê de pispor e. Carine xwe wek qeşmeran dike. Rîhên xwe bi 3 rengên ji hev cuda rengîn dike û her carê hacetekî mûzîkê di dest de ye. Hacetên wî jî wek wî qeşmerokî ne: yan mînîgîtareke bi 2-3 têlan e, yan du zengilokên bi darekî ve ne û yan defikek e. Dema keçek yan jinek di ber wî re derbas dibe, lê dinihêre û bi dengê xwe diçe pêrgîna wê: Merheba xweşikê? Tu çawa yî? Û dema ya di rê de digihê ber wî: Te îroj çi pereyên hûr ji bo min nebin? Bi peyan re jî heman metodî bi kar dihîne: Roj baş hevalo! Rojeke xweş e, ne wisa? Te îroj çi pereyên hûr ji bo min nebin?
Dema ez û dostê xwe Profesor digihên yê rîhrengîn li me dinihêre û ji min re: Merheba. Va dostê te qe pereyan nade min! Gelo TE bo min perene hûr hebin?
Profesor hêrs dibe û pirsekê jê dike ku divabû nekira: “Tu çima karekî ji xwe re nabînî? Ma tu pereyên alîkariya bêkaran nagirî? De çima pereyan bidim te?”
Rîhrengîn hêrs nabe, lê bi xasûkî cezayê dostê min dide wî: “Tu bûye hevwelatî? Ji bîra te neçe, hevwelatiya australî bi dest xe, ger te hîn bi dest nexistibe.”
Dostê min hêrstir dibe: “Hevwelatî? Ji te re çi? Tu kî yî ku vê pirsê ji min dipirsî?”
Ez 50 sêntan diavêjim pêş yê rîhrengîn û bi destekî dostê xwe Profesor digirim, wî bi wê de ve dikişînim û em bi riya xwe ve diçin.
- Kuro, ma ev kî ye ku tu pê re ketiye nav gengeşeyê?
- Segbav lawê segbavan, maf dide xwe ji min bipirse ka min hevwelatî bi dest xistiye! Min bi qasî meaşê bîst salan yê deh bênerxên wek wî li vî welatî bac daye û EW ji min dipirse ka ez hevwelatiyê Australya me!
- Keko, tu mamoste yî û te çend kûrsên derbarê psîkolociyê de jî bi seri kirine. Ma tu nizanî yên wek vî xwediyên çi mentalîteyê ne?
- Ez dizanim, lo! Lê mirov hest û xwîn e û carine dema mirov hêrs dibe tiştek nahêt bîra mirovî, ne psîkolocî û ne quzulqurt. Segbavên wek wî wek qijnaxan in, her ji yên din dimijin û va welatê bi vê sîstêma sist behuşta segbavên wek wî ye.
- Ne qaşo şert û mercên wergirtina pereyên bêkariyê dijwar kirin û divêt her kes li karekî bigere…
- Çi kar û çi mar! Ma yên wek vî diçin kar? Ew ê xwe li pêş wan wek dîwaneyekî raber bike û hew! Ma te nedît çawa rîhên xwe rengîn kirine! Pisporên xeşîm li van welatan bendên qanûnê amade dikin û siyasetmedarên berjewendîperest qanûnên wan mohr dikin, lê yên wek vî bi fen û fûtên xwe bi hezar qatî ji wan û qanunên wan zîrektir in.
- Êh ma hinekên ji welatên Rojhilata Navîn û welatine din jî ji sîstêma vir û ji bend û qanûnên vî welatî ne zîrektir in?
- Weha ye….
Em nêzikiyê li otomobîla min dikin û ez dikim ku xatirê xwe ji dostê xwe bixwazim, lê bernade û dixwaze ez berê bi wî re li mala wan “çayêke xweş” vexwim. Jina wî A ya zimanxweş li halê min û yên min dipirse, dixwaze tiştekî ji bo xwarinê amade bike, lê ez dibêjimê çayê têrê dike… Dipirse:
- Tu bi Xwedê kî, çend gotin bi rê ve neavêtin ewê rîhrengîn yê li pêş firoşgeha David Jones?
- Hindik ma lêxe.
- Tu bi Xwedê kî?
Li vir Profesor serê xwe dihejîne û dibêje:
- Qîzê, dev ji min berde, lê!
- Min ji te re negot dev ji kar bermede? Pêş derkevî teqawîtê dema te ji tiştên weha re nebû.
Dû re jina profesor li min dinihêre, dikene û dibêje:
- Bi Xwedê, li dû ku derket teqawîtê bi ser û binê xwe ve hat guhertin. Xweziya dîsa li kar vegeriya! Ez ditirsim tiştek rojekê were serê wî. Dizanî wê rojê çi kir?
- Çi kir?
- Em li Sydney bûn. Kurê me di destpêka rojê de bi ser me ket û ez û wî tev çûn mixayezekê. Min û bavê wî dê demjimêr 11 hev û din li rawesteka trênê bidîta û em ê tev biçûna navenda bajêr. Ew dema hat û min hew dît profesor ber bi min têye. Ez di şûna xwe de hişk bûm.
Li vir Professor keniya û got:
- Guh mede wê, henekan dike, ha!
Lê min bi meraq ji jina wî pirsî:
- Çima? Çi bû?
- Nîvê wî yê jor bi saqo û karavat bû, lê pantilon ji xwe bîr kiribû, hîn pantilonê razanê, pêcema, lê bû û şekal di lingên wî de bûn.
Ez ji kenan lal bûm. Profesor jî dikeniya. Ji jina xwe re got:
- Nuha keyfa te hat? Te ez riswa kirim. De bes e êdî.
Lê jina wî dest jê berneda:
- Bi xwedê, ez êdî her di nav tirsê de me. Wê rojê çûbû “sûpermarketê” da ku pêdiviyên malê bikire. Hûr-mûr kirîbû û pereyên xwe dabûn, lê hişên wî ne li wir bûn, Xwedê dizane bi çi ve mijûl bûn. Dema gihîştibû otomobîlê hew dîtibû ku li şûna “troliya” (sepetger) hûr-mûr tê de yeke vala li pêş xwe gêr kiriye û gîhandiye otomobîlê. Êdî li dukanê zivirîbû û baş bû ku “troliya” tiştên wî tê de hîn li wir bû. Îcar dema li otomobîlê vegeriyabû, tiştên ku kirîbûn xistibûn nav kartonekî û karton li ser otomîlê danîbû, da ku sepetgerê vegerîne cîhê taybet yê di quncekî şûna rawesteka otomobîlan de. Li vegerê kartonê tiji hûr-mûr, ku divabû di bagacê de bihata bicîhkirin, ji xwe bîr kiribû û li ser otomobîlê hîştibû. Dema otomobîl ajotibû şofêrekî otomobîleke din jê re li tûtikê xistibû, da ku wî haydare kartonê li ser otomobîlê bike, lê ew bi hatina dengê tûtikê re hêrs bû bû û pêle firênê kiribû. Karton ji ser otomobîlê firiyabû û hûr-mûr li ser erdê belav bû bû.
Ji mêj ve bû ku ez weqa nekeniyabûm. Serpêhatiyên weha di jiyana hevalê min de di van demên dawîn de zêde bû bûn. Ber ez xêtir ji wan bixwazim min Profesor haydar kir ku bila hay ji xwe hebe, hişên xwe bi xwe û şûna ew lê re bihêle, û pirr neponije. Min got:
- Keko, bi salan te dem nebû salê du caran jî biçî avjiniyê. Nuha tu hefteyê 3-4 caran diherî avjiniyê. Tirsa min ew e ku tu rojekê li dû dûşê ji xwe bîr bikî kincên xwe li xwe kî û tazî derkevî derve.
Em hemî keniyan û me xatir ji hev xwazt. Dema ez gihîştim otomobîla xwe min hew dît ku min kilîtên xwe li mala Profesor hîştine. Ez neçar mam şermok û rûreş vegerim, da ku kilîtên xwe ji wir bihînim. Îcar Profesor ji kenan lal bû.
(2007)